Print

Nivîskar


Abdullah İncekan di sala 1977an de hat dinê. Wî mekteba ewil li gundê xwe xwend û dû re bi famêla xwe re koçî Almanyayê kir. Li wir wî li dû mekteba navîn û lîseyê li universiteyê beşên Germanîstîk û Turkolojîyê qedand. Di teza mastera bilind da wî hin xalên di zimanên Kurdî û Almanî de da berhev û ev xebat jî li eynî universiteyê hat weşandin.

Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Înterkulturel Pedagojî li dû qedandina herdu beşên ewil xwend û di sala 2003yan de xilas kir.
Abdullah İncekan hetanî niha di hin universîteyan de dersên zimanê Kurdî û Tirkî daye. Xêncî vê, ji bo mezinan dersên Almanî jî daye.
Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û edebîyata Almanî dixebite. Ew di perwerdeya xwe de hetanî niha van zimanên bîyanî hînbûye: Tirkî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî û Latînî.

Abdullah İncekan hetanî niha ev kitêb weşandine:

- Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri. Nûbihar, 2009.

- Kurdisch Kompakt. Reichert Verlag, 2010.

- „Eine Hand voller Sterne“ im Unterricht. Beltz Verlag, 2012.

- Şivan Perwer - Efsaneya Zindî. Nûbihar, 2012.