Print

Otantik Metinler

Dîyalog Deh

Usib û dîya xwe hefteyekê şûnda cardin li mixazeyê ne.

Usib: Dayê, tu dikarî ji min re vê lîstikê bikirrî?
Dê: Kîjan lîstikê? Navê wê çi ye?

Usib: Ev lîstika hanê. Navê wê memory ye. Memoryîya heywananan
Dê: Kurê min, memory çi ye? Ev sirf resimên heywanan in.
Usib: Na, dayê ev lîstik e. Meriv hemû kartan devarû datîne. Dû re lîstikvanek du kartan vedike. Ew li resimên mîna hev digere. Kartên kê zêde bin, ew qezenc dike.
Dê: Oh, ev lîstîkeke xweş e. Lê ez nikarim qezenc bikim. Sirf tu dikarî lîstikeke ewha qezenc bikî. Na, ez nikarim vê lîstikê bikirrim.
Usib: Oh dayê, tu jî herroj dibêjî, ez nikarim bikirrim. Dayê, ez dixwazim bikirrim.
Dê: Temam, temam kuro. Ez henekan dikim! Ez jî dixwazim wê bikirrim. Em him dikarin bilîzin, him jî dikarin navên heywanan hîn bibin.
Usib: Yuhu!

Usib:
Dayê, tu dikarî ji min re vê lîstikê bikirrî?
Dê: Kîjan lîstikê? Navê wê çi ye?
Usib: Ev lîstika hanê. Navê wê memory ye.
Memoryîya heywananan